Israîlê navendên leşkerî yên Îranê armanc kirin û Tehran soza bersivê dide

Israîlê navendên leşkerî yên Îranê armanc kirin û Tehran soza bersivê dide

Welat TV – Hewlêr

Sibeha îro 26ê Cotmeha 2024an, Israîlê navendên leşkerî yên Îranê armanc kirin.

Hêzên Israîlê operasyona xwe ya leşkerî bi navê "Rojên Tobetê" dest pê kir û 4 demjimêran berdewam kir.

Israîlê weke bersivekê ji êrîşên Îranê li ser xaka xwe bi mûşekên palistî destpêka meha niha, da Iranê.

*4 demjimêran berdewam kir

Berdevkê bi navê Artêşa Israîlê, Danyal Hagarî di daxuyaniyekê de, bidawîhatina operasyonê leşkerî ya esmanî ragihand, û got, 4 demjimêran berdewam kir tê de navendên leşkerî yên Îranê hatin armanckirin.

Diyar kir, eger Îranê tu şaştîtiyan bike em ê careke din bersivê bidin.

*Navendên armanckirî

Li gorî kenala 12 a Israîlê, êrîşên esmanî yên Israîlê navendên Iranê yê serekî, weke kargehên çêkirina mûşekan, dronan û bingehên avêtina mûşekên palistî.

Kenalê got jî, êrîş li ser 3 geran hat encamdan, tê de sîstemên berevaniyê, û navendên radaran û patriyên sîstemên berevaniya esmanî li Sûriyê û Iraqê, serbarî balafirxaneya Îmam Elî, û westgeheke enerjeyê hatin armanckirin.

Îran dê bersivê dide

Ajansa Tesnîm a nêzîkî Pasdarên Iranê li ser zarê berpirsên Iranî got ku Iran ji bersivdanê re amade ye, û got jî, bê guman Israîl dê bersiveke tund bibîne.