Di nav wan de Sûrî hene.. 34 koçber li giraveke Yûnanê hatin rizgarkirin

Di nav wan de Sûrî hene.. 34 koçber li giraveke Yûnanê hatin rizgarkirin

Welat TV - Hewlêr

Polîsên Deryayî yên Yûnanê duh keştiyeke ku 34 koçberên neyasayî tê de bûn, li girava Samosê ya Yûnanê rizgar kirin, di nav wan de welatiyên Sûrî jî hebûn.

Medyayên Yûnanî dane zanîn, ku Polîsên Deryayî berê xwe dane cihê bûyerê û li gor zaniyaryên destpêkî 20 kes hatine rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve malpera ERT amaje bi wê yekê da ku, 20 kes ji aliyê Polîsên Deryayî ve hatin rizgarkirin, û piştî demekê ji lêgerînê hemû wendabûyên din ku di keşteyê da bûn, hatin dîtin.

Hilgirên Sûrî hene

Malperê got jî, koçber helgirê regeznameyên Sûrî, Efganî, û Felestînî bûn.

Li gorî amarên Komisyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî sala bûrî zêdetirî 15 hezar û 600 koçber gihiştine Yûnanê, ku ji wan 12 hezar kes bi rêyên deryayê hatine.