Ne´îm Qasim bû Emîndarê Giştî yê "Hizbulah" a Libnanî

Ne´îm Qasim bû Emîndarê Giştî yê

Welat TV - Hewlêr

"Hizbulah" a Libnanî ragihand ku Ne´îm Qasim wekû Emnîdarê Giştî yê "Hizbulah" hat hilbijartin.

Israîlê Emîndarê Giştî yê berê, Hesen Neserelah li Beyrûtê, Paytexta Libnanê, di 27ê Êlûnê de kuşt.

* Pitşî kuştina Neserelah

Li gorî ragihandina Libnanî, Haşim Sefiyedîn, serokê encûmena cîbicîkar a "Hizbulah", kesê herî pêşbînîkirî bû ku bibe Emîndarê Giştî, lê Sefiyedîn jî di 4ê Cotmehê de hat armanckirin, û di 22ê Cotmehê de, Israîlê kuştina wî piştrast kir.

* Profile

Ne'îm Qasim
Emîndarê Giştî yê "Hizbulah" a Libnanî

Jidayikbûyî Beyrûtê - Sala 1953.
Tevlî Tevgera "Emel" a Şî´î - Sala 1974.
Yek ji damezrînerên "Hizbulah" - Sala 1982.
Cîgirê Emîndarê Giştî yê "Hizbulah" - Sala 1991.
Berpirsê bangeşeya hilbijartinên "Hizbulah" - Sala 1992.
Yek ji berdevkên herî navdar ên "Hizbulah".