Erdogan: Divê biratiya Kurdan û Turkan were parastin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku divê biratiya di navbera Kurdan û Turkan de were parastin.
Erdogan îro di civîneke biloka perlemanî ya AKPê de got: ”Di demekê de ye, ku hewla dubare xêzkirina sînorên deverê tê kirin, divê biratiya Turk û Kurdan were bihêzkirin ji bo xurtkirina bereya hundirîn li Turkiyê”.
Receb Teyib Erdogan da zanîn ku Turkiyê komara Turk, Kurd û hemû pêkhateyê ku li ser xaka Turkiyê dijîn, ne.
Serokê Turkiyê diyar kir ku hikûmeta wî rijd e li ser ”bidawîkirina pirsgirêka terorê li Turkiyê bi temamî”.