Mûşê: Ji bo lihevkirina niştîmanî Hewlêr ji Opozisyona Sûrî re westgeheke girîng e
Welat TV – Hewlêr
Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, û endamê Desteya Danûstandkar a Sûrî Gabiryêl Mûşê di hevdîtineke taybet de li gel Welat TV hejmarek mijarên girêdayî pêşhateyên dawiyê yên Sûriyê diyar kirin.
Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, û endamê Desteya Danûstandkara Sûrî Gabiryêl Mûşê sedemên serdana wan ji Herêma Kurdistanê re eşker kirin, û nerîna xwe ji êrîşên Turkiyê, karê Bereya Aştî û Azadiyê, rewşa Opozisyona Sûrî û mijarên din zelak kirin.
Naveroka hevdîtinê
*Welat TV: Sedema serdana we ji Hewlêrê re çî ye?
Mûşê: Me serdana Hewlêr kir, ji bo bihêzkirina têkiliyên di navbdera Sûriyan de ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûrî re li gorî biryara 2254, em weke şanda Desteya Danûstandkar a Sûrî.
Em li gel revenda Sûrî, nûnerên Civaka Sivîl û hemû pêkhateyan civiyan, civînên me bi serokatiya Dr. Bedir Camûs serokê Desteya Danûstandkar a Sûrî bi rê ve çûn, û gera me serkeftî bû.
Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, ji destpêka şoreşa Sûrî ve pêşwazî li gelê Sûriyê kiriye, û bi sedê hezaran ji Sûriyan berê xwe dane Herêma Kurdistanê, lewma serdana herêmê li ba Opozisyona Sûrî erkekî niştîmanî ye.
Ji bo lihevkirina niştîmanî Hewlêr ji Opozisyona Sûrî re westgeheke girîng e
*Welat TV: Rewşa Opozisyona Sûrî çî ye, nexasim hin welatan peywendiyên xwe bi Rêjîma Sûrî re vegerandin?
Mûşê: Opozisyona Sûrî rastî gelek asteygiyan hatiye, ji ber ku bizava siyasî sar bûye, û hejmarek welatên Erebî careke din peywendiyên xwe li gel rêjîma Sûrî vegerandine.
14 sal in em di vî şerî de ne, ne tenê bandor li ser Opozisyonê kiriye lê belê li ser hemû aliyan û pêkhateyên din kiriye, kar li ser bicîkirina biryara 2254an dihat kirin lê bi cî nebû, lê Desteya Danûstankara Sûriyê bi hemû karînên xwe kar dike ku ev biryar bi cî bibe û welatek li ser bi bingeha dadperwerî û wekheviyê ava bibe tê de mafên hemûyan parastî bin.
*Welat TV: Helwêsta we hûn wek Rêxistina Asûrî ya Demokaratîk ji êrîşên Turkiyê yên dawiyê çi ye?
Mûşê: Li ser êrîşên dawiyê yên Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê em dilgiran kirin, ji ber ku dijî yasayên navdewletî ne, di encamê de sivîl ziyanê dibînin û bacê didin.
Em bangê li hemû aliyan dikin ku rêzê li yaysaên navdewletî bigirin, û sivîlan biparêzin û tevlî şer nekin.
Divê navendên xizmetguzariyê jî neyên armanckirin, em her dem bang dikin bila ji şer û armanckirinê dûr bin, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li her cihî ku şer lê heye li Xeza û Libnanê, û deverên ne li jêr destê Rêjîmê de li Idlibê sivîl tên armanckirin, divê sivîl û navendên xizmetguzariyê û jêrxane werin parastin.
*Welat TV: Beriya 4 salan we Bereya Aştî û Azadiyê damezrand hûn di xebata xwe de gihiştine çi qonaxê?
Mûşê: Bereya Aştî û Azadiyê bi destpêşxeriya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Şepêla Pêşerojê û Encûmena Erebî li Cizîrê û Feratê her weha Rêxistina Asûrî ya Demokratîk hatiye damezrandin, hewl dide nerîneke siyasî giştgîr navbera pêkhateyên opozisyonê li devera Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîne, û tevî astengiyan, rola Bereya Aştî û Azadiyê di rewşa siyasî de heye û berçav e, ji ber nerîna wê li gorî hêviyên gelê Sûriyê ne ji aliyê hejmarek welat ve pêşwazî lê hatiye kirin, û em ê di kar û planên xwe de berdewam bin.
Lê niha mixabin, hemû alî rawestiyane, ji ber ku neguhdanek bi doseya Sûriyê heye, û bandora şerê li Cîhanê rû dide li ser doseya Sûriyê heye, bi taybet li Okrayna û Xeza, gavên dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê bi paş ketin, bêguman bandoreke mezin kiriye, lê em dibînin ku Bereya Aştî û Azadiyê, bijardeya herî stratejîk e ji pêkhateyên deverê re, ji ber ku weke me got xwedî nerînekek siyasî giştgîr e û ji aliyê Herêma Kurdistanê ve piştevankirî ye.
Ez bawer im rola Bereya Aştî û Azadiyê dê li deverên Rojhilata Sûriyê (Cizîra Rojavayê Kurdistanê) hebe, ji ber ku nûneratiya hemû pêkhateyên wê deverê dike berûvajî aydilojiyên ku ji derveyî deverê hatine.