Dadwerek li gundewarê Helebê hat kuştin
Welat TV - Hewlêr
Dadwerek li gundê Dehle yê gundewarê Helebê hat kuştin.
Çalakvanan ragihandin ku dadwer Mihemed Zêdan li gel birayê xwe li ser rêbenedeke "Artêşa Niştîmanî" ya Opozisyona Sûrî li gundê Dehle hatin gulebarankirin.
Çalakvanan gotin, Dadwer Mihemed Zêdan jiyana xwe ji dest da û birayê wî birîndar e.
Heta niha tu aliyên fermî li ser bûyerê daxuyanî nedane, lê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan da zanîn ku ji ber nakokiyekê navbera wî û çekdarên li ser rêbenda "Sultan Murad" hatine gulebarankirin.
Mihemed Zêdan ji şêniyên gundê Dehle yê Helebê ye, weke rawêjkar di dadgeha Elrayî ku di bin destê Opozisyona Sûrî de kar dikir.