Di werzê baranê de.. Rewşa xizmetguzariyan ya xerab li Rojavayê Kurdistanê derdikeve holê
Welat TV - Hewlêr
Baran li piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê bariya, li hin dever lehî rabû û ziyan jî hatin tomarkirin.
Di 24 demjimêrên bûrî de, li baran piraniya bjarên Rojavayê Kurdistanê bariya, kolan di bin avê de man, û tevgera welatiyan li kolanan rastî zehmetiyan hat, her weha li hin cih jî ziyanên madî hatin tomarkirin.
Li gorî amarên keşnasiyê, li Hesekê 35 MM bariyane, li Qamişlo 22 MM, Li Amûdê 20 MM, li Dêrikê 19 MM, li Serê Kaniyê 15 MM, Li Kobanî û Efrînê jî baraneke kêm bariya.
*Rewşa xizmetguzarî xerab e
Endeziyar Ala Hibo ji Welat TV re got ku "ji ber rewşa xizmetguzarî ya xerab li Rojavayê Kurdistanê, xelk dê zivistaneke dijwar derbas bikin".
Her sal di werzê zivistanê de welatî rastî zehmetiyan tên û gazinan ji rewşa xizmetguzariyê ya xerab dikin lê gazinên wan tên paşguhkirin.