Emerîka kuştina 163 çekdarên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê ragihand
Welat TV - Hewlêr
Serkirdayetiya Navendî ya Emerîkî (CENTCOM) kuştina 163 çekdarên rêxistina DAIŞ a terorîst li Sûriyê û Iraqê, ragihand.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de got ku “hêzên wê bi hevkarî li gel hêzên ewlehî li Sûriyê û Iraqê, 95 operasiyon li dijî DAIŞê ji 29 Tebaxa bûrî ve encam dane”.
Serkirdayetiya Navendî ya Emerîkî da zanîn ku di wan operasiyonan de, 163 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 33 hatine girtin, di nav de 30 serkirdeyên pilebilind û navend hene.
*Em ê di şerê DAIŞê de berdewam bin
Serkirdayetiya Navendî ya Emerîkî diyar kir ku ev êrîş rê li pêş êrîşên DAIŞê li ser sivîl, Emerîka û hevalbendên wê li deverê digre.
CENTCOMê tekez kir ku Emerîka dê li gel hevalbendên xwe di şerê li dijî DAIŞê de berdewam be, ji bo gerentîkirina şikestina herdem a rêxistina terorîst.