Nirxê tenekeyeke zeyta zeytûnan li Efrînê gihişt 96 dolaran
Welat TV - Hewlêr
Yekem car e, nirxê tenekeyeke zeyta zeytûnan li Efrîna Rojavayê Kurdistanê digihe bilinditîrn nirx.
Bazirganekî zeytê ji Welat TV re got: Îsal berhema zeytê zeytûnan li herêmê kêm bû, lê li hember wê de nirxê tenekeyeke zeytê ku 16 lîtr in, gihişt 96 dolarên emerîkî.
Da dayarkirin: Îsal daxwaz li ser zeytê pir bû, li ser asta cîhanê berhem kêm bû, lewma nirxê weha bilind bû.
Bazirganê kurd eşkere kir: Eger ne ji bacên çekdaran Artêşa Niştîmanî û diziyê ba, bi vî nirxî rewşa cotkaran kurd dê pir baş bûba, ji ber yekem car e nirx digihe 96 dolaran û nêzkî 100 dolarî dibe, sala bûrî bi 40 -55 dolaran bû, salên berê jê kêmtir bû.
Herêma Efrênê (Çiyayê Kurmênc) bi darên xwe navdar e, derdora 18 melyon darên zeytûnan navbera biber û bêber hene, ango ji sedî 33.33 ji berhema Sûriyê bi danpêdana aliyên fermî, ji Efrînê ye, û weke dahata sereke ji şêniyên wê re ye.