Ji Efrînê hatibûn derbaskirin.. Turkiyê dest danîn ser 380 hezar hebên kaptagonê

Ji Efrînê hatibûn derbaskirin.. Turkiyê dest danîn ser 380 hezar hebên kaptagonê

Welat TV - Hewlêr

Polîsên Turkiyê dest danîn ser bi sedan hezar hebên Kaptagonê ku ji herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ya di bin kontirola artêşa niştîmanî ya Opozisyona Sûrî de, bo Turkiyê hatibûn derbaskirin.

Polîsên Turkiyê li dergehê Hemam yê sînorî li herêma Efrînê bi Turkiyê re, dest danîn ser 380 hezar hebên Kaptagonê.

Ajansa DHA ya Turkî da zanîn ku ew madeyên hişber bi rêya barhilgireke barkirî bi betatan ji Sûriyê bo Turkiyê hatibûn derbaskirin û berev Îmaratê dihatin birin.

Beriya mehekê jî, 500 hezar hebên Kaptagonê li dergehê El-Ra´î yê sînorî hatin desteserkirin.

►Her weha bixwîne: Emerîka: Rêjîma Esed bi dahata Kaptagonê xelkê Sûriyê serkut dike