UN: Bêtirî nîv miliyon kesî ji Libnanê derbasî Sûriyê bûne
Welat TV - Hewlêr
Neteweyên Yekgirtî tekez kir ku bêtirî nîv miliyon kesî neçar bûne ji Libnanê derbasî Sûriyê bibin.
Nûnerê Komisiyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî Gonzalo Vargas Llosa eşkere kir, ku "510 hezar kes di heyama 6 hefteyan de ji ber êrîş û operasiyonên leşkerî, neçar bûne ji Libnanê derbasî Sûriyê bibin":
"68% ji kesên derbasî Sûriyê bûne penaberên Sûrî ne û pêdiviya wan bi alîkariyên bilez heye".
Some 510,000 people have fled the bombings in Lebanon and crossed into Syria in just 6 weeks.
— Gonzalo Vargas Llosa (@llosa_gonzalo) November 7, 2024
68% of whom are Syrians who are returning to communities that are devastated.
They need urgent assistance - but with only 6% of the inter-agency appeal funded, we are facing a… pic.twitter.com/9bQ987ZFCO
Komîteya Lêkolînan a Nvdewletî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekgirtî ya taybet bi Sûriyê jî diyar kir, ku "ew di lêkolînên xew de li ser agahiyên girêdayî binpêkirin û pawankariyên ku li dijî penaberên vegeriyayî li Sûriyê tên encamdan, berdewam in".
►Her weha bixwîne: Penaberekî Kurd li Libnanê di êrîşeke Israîlê de jiyana xwe ji dest da