Hunermendeke Kurd bilindtirîn xelata Rûsiyayê wergirt
Welat TV - Hewlêr
Hunermenda Kurd a navdar Zara bilindtirîn xelata Rûsiyayê wergirt, û got ku "bûyereke girîng e".
Di merasîmeke fermî de li Kirêmlinê, Serokatiya Rûsiyayê hejmarek kesayetî bi medaliya Hevaltiyê xelat kirin, û ji wan jî Hunermenda Kurd Zara bû.
Zara di rêya hejmara xwe li ser FACEBOOKê got, ku wê xelateke bilind ji aliyê Serokê Rûsiyayê ve wergirt.
Hunermenda Kurd serbar kir, ku xelatkirin bûyereke girîng e.
Zara diyar kir, ku ew ji aliyê cîgirê serokê dîwana Serokatiya Rûsiyayê, Sergey Kiriyenko hat xelatkirin.
*Xelatên pêşîn
► Balyozê Aştiyê yê UNESCO - Sala 2016an.
► Xelata Hunermenda herî navdar a Rûsiyayê - Sala 2017an.
► Medaliya Rûmetê ya Pileya Duyem a Rûsî - Sala 2019an.
*Profile
► Hunermendeke Kurd e û şanaziyê bi Kurdîtiya xwe dike.
► Jidayikbûya Leningrad e (Niha navê bajêr Saint Petersburg e) - Sala 1983an.
► Stranbêj û ektereke navdar e.
► Yekem Album - Sala 2023yan.
► Bi 10 zimanan stranan dibêje.
► Xwedî cemawerekî berfireh e.