Zarokekî Kurd ê xwedan pêdiviyên taybet li Helebê wenda bûye
Welat TV - Hewlêr
Zarokekî Kurd li taxa Şêx Meqsûda Helebê wenda bûye, û bavê wî banga diyarkirina çarenivîsa wî dike.
Hisên Betal bavê zarokê wendayî ji Welat TV re got, kurê wî Xelîl ji 4 meha Mijdarê ve wenda bûye û çarenivîsa wî ne diyar e.
Xwedan pêdiviyên taybet e
Betal da zanîn, Hisên xwedan pêdiviyên taybet e, dema diçû karê xwe li taxa Şêx Meqsûd beriya 6 rojan, wenda bû û ta niha venegeriyaye mal.
Hisên eşkere kir, wî berê xwe da dezgehên Rêveberiya Xweser a PYDê û pirsa kurê xwe kir lê tu zanyarî wernegirtin.
Bang
Hisên Betal di rêya Welat TV re bang li aliyên berpirs û peywendîdar kir da ku kurê wî vegerînin.
16 salî ye
Xelîl Betal 16 salî ye ji şêniyên gundê Şadiya yê navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye li gel malbata xwe li taxa Şêx Meqsûd niştecî ye.
Taxa Şêx Meqsûd li gel beşek ji taxa Eşrefiyê li Helebê di bin destê Rêveberiya Xweser a PYDê de ne.