Wezîrê Derve yê Israîlê banga bihêzkirina peywendiyan bi Kurdan re dike
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Israîlê Ced´ûn Sa´ir banga bihêzkirina peywendiyan li gel Kurdan, kir.
Ced´ûn Sa´ir ji Ajana Bloomberg re got ku Kurd hevalbendên Israîlê ne li Rojhilata Navîn û rastî siyasetên serkutkirinê ji aliyê Turkiyê û Îranê ve tên.
Wezîrê Derve yê Israîlê tekez kir ku divê Israîl peywendiyên xwe li gel Kurdan bi hêz bike.
Her weha Wezîrê Derve yê Israîlê amaje bi giringiya bihêzkirina peywendiyan li gel pêkhateya Durzî li Sûriyê û Libnanê, kir.
Ced´ûn Sa´ir diyar kir ku helwêsta Israîlê û serkeftinên wê di şerê li dijî Îranê û hevalbendên wê de, giringiya rola wê weke fakterekî herîmî û navdewletî nîşan dide.