Gerek nû ya danûstandinên Astanayê birêve diçe

Gerek nû ya danûstandinên Astanayê birêve diçe

Welat TV - Hewlêr

Li paytexta Kazaxistanê, Astana, îro Dûşemê 11ê Mijdarê, 22:yemîn gera dansutandinan a derbarê kirîza Sûriyê de, birêve diçe.

Di civînê de, ji bilî şandeya rejîma Sûriyê ya bi serokatiya cîgirê wezîrê derve, Eymen Reid, û şandeya opozîsyonê ya bi serokatiya Ehmed Tohmê, şandeyên her yek ji welatên garantor Rûsiya, Tirkiyê û Îran beşdar dibin.

Herweha şandek bi serokatiya Nûnerê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen, şandên Nûnerên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navdewletî jî di civînan de beşdar dibin, tevî çavdêrên ji Urdun, Libnan û Iraqê jî beşdar dibin.

Civîn dê 2 rojan bidome, û di navbera şandeyan de dê şêwirên dualî û sê alî bên kirin, û dê bi civîneke giştî û civîneke çapemeniyê bi dawî bibin. Di civînan de awayên çareserkirina krîza Sûriyê, avakirina baweriyê di navbera aliyan de, avadankirin û mercên vegera penaberên Sûriyê dê bên gotûbêjkirin.

Di hevdîtinên Astanayê de hewl tê dayîn ku li gorî şert û mercên niha yên herêmî û mirovî çareseriyeke berfireh ji krîza Sûriyeyê re bê dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku gera dawî ya Astanayê di 24 û 25ê Çileya 2024an de hatibûn lidarxistin.

Hevdîtinên Astanayê di sala 2017an de bi sponseriya dewletên garantor Tirkiye, Rûsya û Îranê dest pê kiribûn, da ku çareseriyek ji krîza siyasî ya li Sûriyê re bê dîtin.