Erdogan gefên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê dubare dike

Erdogan gefên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê dubare dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku welatê wî dê di heyama bê de ”hêlên winda yên kembera ewlehiyê” ya li ser sînorê xwe yê bi Rojavayê Kurdistanê re temam bike.

 

Li gorî ajansa Anadolê, Erdogan  duh, Yekşemê, di dema çalakiyekê de li Enqereyê, ji bo bîranîna salvegera mirina damezrînerê Komara Tirkiyê, Mustafa Kemal Ataturk , got: "Me bi operasyonên ku me li dar xistin û herêmên ewle yên ku me ava kirin, hewldana dorpêçkirina welatê xwe ji sînorên wê yên başûrî têk bir."

 

Erdogan herweha got: ”Di heyama bê de, emê hêlên winda yên herêma ewle ya ku me li ser sînorên xwe ava kirine, temam bikin.” Da bi vî awayî têkiliyên di navbera ”rêxistinên terorîst” û sînorên Tirkiyê de qut bike.

 

Hêzên Tirkiyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê, ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, di sala 2016an da operasyona  "Mertala Feratê", di sala 2018an da operasyona "Şaxê Zeytûnê" û di sala 2019an da "Kaniya Aştiyê" li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk anîn, ku di encamê de çend navçe û herêm li ji wê demê ve dagîr kirine. Û li gorî rêxistinên navdewletî, gelek binpêkirin û guhertinên demografîk li wan navçeyan tên kirin.