Amerîkayê çend komên ser bi Îranê ve bombebaran kir

Amerîkayê çend komên ser bi Îranê ve bombebaran kir

Welat TV- Hewlêr

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê duh, Duşemê 11ê Mijdarê, bombebarankirina çend armancên girêdayî Îranê li Sûriyê ragihand, wek bersivekê li ser " êrîşên li ser karmendên leşkerî yên Amerîkî".

Fermandariyê di daxuyaniyekê de li ser platforma "X" got ku "Êrîşên ku me pêk anîn dê şiyanên komên ku Îran piştgirîya wan dike ji bo plankirina êrîşan li ser hêzên me û hêzên hevpeyman lawaz bike."

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro, Sêşemê, ragihand ku di encama bombebarana firokeyên hevpeymaniya navdewletî de li ser çeperên komên alîgirên Îranê li El-Meyadîn li Sûriyê, 4 kes hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Rewangehê destnîşan kir ku sê ji kuştiyan di armanckirina xala ragihandinê li devera El-Şiblî li El-Meyadîn hatin kuştin, yê çaran jî di armanckirina biyabana El-Qûriyê de hate kuştin.
Rewangehê diyar kir ku dibe hejmata kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku hin kes bi giranî birîndar bûne.