Rêberên Ereb û Misilman banga cemidandina beşdariya Îsraîlê ya di NY de dikin
Welat TV- Hewlêr
Duh, Duşemê 11ê Mijdarê, lûtkeya awarte ya Erebî-Îslamî li paytexta Siûdiyê, Riyad hat lidarxistin, ku tê de serkirdeyên Ereb û Misilman ji bo gotûbêjkirina şerê Îsraîlê li Xezeyê civiyan, di heman demê de daxwaza rawestandina demlidest a êrîşên Îsraîlî û derbsakirina alîkariyên mirovî bo navçeyê ziyandîtî, kirin. Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman di civînê de banga xurtkirina yekîtiya Erebî û Îslamî li hember binpêkirinan kir, û tekez kir ku sergonkirina bi darê zorê û her siyasetek ku armanca wê guhertina demografîk li herêmên Filistînê ye red dike.
Di daxuyaniya dawiya civînê de çend bangewaziyên sereke hebûn, bi taybetî bang li Dadgeha Tawanan a Navdewletî kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Xezayê vekolîne, û tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan ji cezayên komî. Herweha banga piştgirîkirina çareseriya du dewletan û avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê li ser sînorên sala 1967an ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e, hat kirin.
Li ser asta tevgerên navneteweyî, rêberan daxwaza xwe ji bo komkirina piştevaniya cîhanî ji bo cemidandina beşdariya Israîlê di Neteweyên Yekbûyî de diyar kirin, di pêngavekê de ku armanc ew e ku Îsraîl li qada navneteweyî ji siyasetên xwe yên berdewam berpirsiyar bigire. Herwesa daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kirin ku biryareka pêpabend li ser Îsraîl derbixe bo rawestandina siyasetên xwe yên êrîşker dijî filistîniyan, û daxwaz ji hemû welatan kirin ku qedexeyê li ser şandina çekan bo Îsraîl ragihînin. Ev gav hewl dide ku guvaşa navdewletî zêde aktîf bike ji bo pêşîgirtina li aloziyê, vegerandina filistîniyan bo axa xwe û bidestxistina aştiyek adil û mayînde.
Li ser asta navçê, welatên beşdar piştgiriya xwe ji Misrê re di hewlên wê de ji bo hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî bo Xezayê nîşan dan, û tekezî li ser giringiya yekkirina hewldanan ji bo şikandina dorpêça li ser Xezeyê kirin.