Îsraîl behsa armanckirina navendên atomî yên Îranê dike

Îsraîl behsa armanckirina navendên atomî yên Îranê dike

Welat TV – Hewlêr

Hevdemê çaverêkirina bersivên leşkerî li navçeyê, rewşa aloz a di navbera Îsraîl û Îranê de dijwartir dibe. Tel Aviv careke din bijardeya armanckirina navendên atomî yên Îranê tîne ziman. Di demekê de ku Îsraîl tirsa xwe nîşan dide ku Tehran di heyama veguhestina desthilatê de li Amerîkayê, dest bi êrîşekê bike. Di heman demê de Washington hewl dide xwe ji gurbûna nakokiyan di navbera her du aliyan de dûr bixe.

Di vê çarçoveyê de Wezîrê Berevaniya Îsraîlê, Îsraîl Katz ragehand ku dibe bernameya atomî ya Îranê ”niha ji her demek din bêhtir” rastî êrîşekê bê.  Tekez kir jî ku şiyana Tel Avîvê ya têkbirin û jinavbirina metirsiya atomî ya Îranê, heye.

Ji aliyê xwe ve, Tehranê hişyariyên xwe pêşkêşî serokê hilbijartî yê Amerîkayê kir û tekezî li ser dûr girtina ji her siyaseteke şaş kir. Berdevka Hikûmeta Îran, Fatima Muhaceranî hişyarî da ku her tevgereke şaş dibe ku mafên gelê Îranê binpê bike, û daxwaz kir ku siyasetên ku zirarê didin welat neyên şopandin.

Di tedbîreke ewlekarî ya balkêş de, Ajansa Nûçeyan a Tasnim a Îranî ragihand ku Tehranê dest bi avakirina tunelek berevaniyê li navenda paytext kir, piştî ku meha borî Îsraîlî hin pêgeh li Îranê armanc kirin. Ajansê diyar kir ku tunêl dê rawestgeha metro ya Tehranê bi Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ve girêbide, û rê bide gihandina rasterast a binerdê ji sazgeha bijîşkî re.

Ev alozî di demekê de ye ku tirsa wê heye ku tevgerên leşkerî yên hevbeş bibe sedema zêdebûna aloziyê li herêmê, di demekê de ku Amerîka hewl dide ku mijaran kontrol bike û rewş ber bi rûbirûbûna vekirî ve neçe.