Erdogan: Em amade ne her demekê derbasî axa Sûriyê bibin

Erdogan: Em amade ne her demekê derbasî axa Sûriyê bibin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku ew amade ne her demekê derbasî axa Sûriyê bibin.

Îro Erdogan di kongireke rojnamevanî de got ku wan destê xwe ji bo asayîkirina peywendiyan dirêjî Rêjîma Sûrî kiriye, û pêşbînî dikin ku ev yek bibe sedema aştî û aramiyê li Sûriyê.

*Penaber ne gef in

Serokê Turkiyê diyar kir ku penaberên Sûrî gefê li yekbûna axa Sûriyê naxwin û divê Beşar El-Esed serokê Rêjîmê vê yekê zanibe.

Li gorî Receb Teyib Erdogan, hin dever li ser sînorê Turkiyê hene ku terorîst lê dimînin û divê teror were bidawîkirin ji bo aramiya wan deveran.

Li ser operasiyoneke leşkerî li Sûriyê, Erdogan got ku operasiyonên derveyî sînor herdem li ser lîsteya kar a hikûmeta Turkî ne, û ew amade ne her demekê dest pê bikin, eger gef li ser welatê wan hebe.

►Her weha bixwîne: Erdogan gefên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê dubare dike