Ehmed Tu´mê: Em li gel mafên Kurdan in li Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Serokê şandeya Opozisyona Sûrî li gera 22yan a civînên Astana derbarê Sûriyê, Ehmed Tu´mê da zanîn ku ew li gel mafên Kurdan in li Sûriyê.

Ehmed Tu´mê îro ji Welat TV re got ku bê proseya siyasî rewş li Sûriyê çareser nabe û divê Rêjîma Sûrî vê yekê nas bike.

Serokê şandeya Opozisyona Sûrî li Astana 22 diyar kir ku ”Artêşa Niştîmanî” ya Opozisyonê bûye xwedan ezmûneke baş û dê roleke wê di pêşeroja Sûriyê de hebe.

Ehmed Tu´mê got jî: “Kurd yek ji pêkhateyan resen ên Sûriyê ne, ku roleke wan a giring di dîroka vî welatî de heye, û ji aliyê Rêjîma Sûrî ve hatine serkutkirin”.

*Em hêvî dikin Kurdek bibe serok

Tu´mê da zanîn ku ew li gel mafên Kurdan in di Sûriyeke demokratîk de, ku mafên hemû pêkateyan tê de were parastin.

Ehmed Tu´mê serbar kir ku ew hêvî dikin Kurdan di postên bilind de li Sûriya pêşerojê, wek serok û serokwezîr bibînin.

*Astana 22

Civînên Astana 21 bi beşdariya, şandên Rûsiya, Turkiyê, Îran, Rêjîm û Opozisyona Sûrî û çavdêriya Urdin, Libnan, Iraq, Neteweyên Yekgirtî û Komîta Navdewletî ya Xaça Sor, rojên 11 û 12 Mijdarê bi rê ve çûn.

Beyanameya dawîn a Astana 22 tekezî li ser giringiya hewlên asayîkirina peywendiyan di navbera Turkiyê û Rêjîma Sûrî de, kir. Her weha, tekezî li ser peydakirina zemînên gungaw ji bo vegera penaberên Sûrî, çalakirina piroseya siyasî, gerentîkirina çûna alîkariyên mirovî bê astengî ji hemû Sûriyan re, kir.

Beyanameya dawîn civînên gera 23yan a Astana di nîva yekem ji sala 2025an destnîşan kirin.