Serok Barzanî û Sûdanî pêşhateyên deverê gotûbêj kirin
Welat TV – Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Serok Wezîrên Iraqê Mihemed Şeya Sûdanî li Hewlêrê civiyan.
Li gorî Baregeha Barzanî, her du aliyan pêşhateyên siyasî li Iraqê û deverê gotûbêj kirin.
Bihêzkirina peywendiyan
Baregehê da zanîn, di civînê de Barzanî û Sûdanî tekezî li ser avêtina gavên cidî ji bo bihêzkirina peywendiyan û hemahengiyên hevbeş navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kir.
Sûdanî serkeftina hilbijartinan pîroz dike
Baregeha Barzanî diyar kir, Sûdanî serkeftina hilbijartinên Perleman Kurdistanê pîroz kir û hêvî kir ku aliyên siyasî di zûtirîn dem de bigihin rêkeftinekê ji bo avakirina hikûmeteke nû.