Fransa tekeziyê li ser berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê dike

Fransa tekeziyê li ser berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Durel, li Hewlêrê civiyan.

Malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û rêkarên damezrandina hikûmeteke nû li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Pîrozkirina serkeftina hilbijartinan

Patrick Durel, serkeftina hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê pîroz kir, û got, beşdariya rêjeya zêde ya şêniyên Kurdistanê dide diyarkirin ku welatî guh didin pêşeroja Herêma Kurdistanê.

Damezrandina hikûmetê

Li gorî malperê, her du aliyan tekezî li ser damezrandina hikûmetekê kir li gorî hêviyên gel di geşepêdan û seqamgîriyê de bike.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransa dike

Serokatiya Herêma got jî, Patrick Durel tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re kir. Ji aliyê xwe ve jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Fransa ji pirsên Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

"Divê Iraq ji nakokiyan dûr be"

Di civînê de, her du aliyan li ser wê yekê rêkeftin ku Iraqê ji milmilanî û nakokiyên deverê dûr bixin, û ji bo rêgirîkirina girjî û parastina li ser seqamgîriyê li Rojhilata Navî divê karekî hevbeş hebe.

Pêşhateyên dawiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel pêşhateyên dawiyê li deverê, rewşa siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Emerîka û hejmarek mijarên din gotûbêj kirin.