Fehed El-Misrî: Emerîka hêzên xwe ji Sûriyê venakîşne
Welat TV - Hewlêr
Serokê Bereya Rizgarkirina Niştîmanî li Sûriyê Fehed El-Misrî da zanîn ku ew li gel mafên Kurdan in li Rojavayê Kurdistanê.
Fehed El-Misrî îro ji Welat TV re got ku piştî serkeftina Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Emerîka de, dê armanckirina milîsên Îranî û “Hizbulah” a Libnanî li Sûriyê zêde bibe.
Li gorî Serokê Bereya Rizgarkirina Niştîmanî li Sûriyê, Trump hêzên Emerîkî ji Sûriyê venakşîne û dê fişarê li Rêjîma Sûrî zêde bike.
Fehed El-Misrî da zanîn ku Kurd pêkhateyeke resen e li Sûriyê, xwedan roleke mezin e di dîroka Sûriyê û Rojhilata Navîn de û rastî gelek stemkarî ji aliyê Rêjîma Sûrî ve hatine.
Serokê Bereya Rizgarkirina Niştîmanî li Sûriyê diyar kir ku ew li gel mafên Kurdan yên rewa di Sûriya nû de ne, Sûriyeke ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî be.