Efrîn.. Kurdên nikarin bacan bidin "Emşat" tên sizadan

Efrîn.. Kurdên nikarin bacan bidin
Gundê Kaxrê - Efrîn

Welat TV – Hewlêr

li gundê Kaxrê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarên "Sultan Silêman Şah" ku bi "Emşat" naskirî ne, otombîlên Kurdên ku nikarin bacan bidin desteser dikin.

Li gor jêderekê ji gundê Ji Welat TV re ragihaniye, 4 traktor û 2 otombîl destser kirine û vegerandina otombîlan bi dana bacan ve girîdayî ye.

Jêderê got jî, otombîla Mihemed Hiso Û Menan Ibo, her weha traktorên Cemîl Îbiş, Fayîq Cabo, Idrîs Hec Elî û Mihemed Xoce hatine desteserkirin.

*Welatiyek rastî lêdanê tê

Beriya niha, li gundê Senarê jî çekdarên "Emşat" li welatiyê bi navê Ebdulrehman Kemal Kinê dan û peyvên dûr ji rewiştê jê re gotin ji ber ku nikarîbû baca li ser sepandî bide çekdaran.

Malên xwe difroşin

Ji aliyê xwe ve, mafnas Ednan Mustefa ji Welat TV re dabû zanîn ku ji ber bacên giran welatiyên Kurd mal mulkên xwe difroşin.