Nêzîk dê hinartina petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê dike

Nêzîk dê hinartina petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê dike

Welat TV – Hewlêr

Piştî nûçeya lihevkirina Wezareta Petrolê ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê, careke din vegeriya rojevê.

Li gorî rêkeftin, dê di nava 60 rojan de şêwirmendekî navdewletî were destnîşankirin ji bo pêdeçûna hemû girêbestên petrolê yên herêmê ligel kompaniyên navdewletî, û kêmkirina nirxê berhemanîna bermîlekê ji nêzîkî 35 dolaran bo 16 dolaran, daku li gorî parêzgehên din ên Iraqê be.

Sêşema borî, hikûmeta Îraqê, serrastkirina xala berhemanîn û gihandina petrola herêmê bo kompanyaya “SOMO” di çarçoveya yasaya bûdceya giştî de pesend kir, ku 16 dolar wek xercê derxistin û veguhestina her bermîlekê diyar kir. Ev sererastkirin ji bo erêkirinê ji Parlamentoya Iraqê re hat şandin.

Kompaniyayên biyanî û yên navxweyî yên petrolê yên li Kurdistanê kar dikin, li benda cîbicîkirina vê rêkeftinê ne, weke gavekê ji bo destpêkirina hinartina petrola herêmê.

Pêr, Çareşemê 13ê Mijdarê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeyah Sûdanî bi serdanekê gihişt Herêma Kurdistanê, û ligel Serok Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê civiya.

Hêjayî gotinê ye ku hinartina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê 18 meh berê rawestiyabû.