Amerîka sizayên nu li ser kompaniyaya El-Qatircî disepîne
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê duh, Pêncşemê 14ê Mijdarê, siza li ser kompanya, keştî û kesên girêdayî kompaniya "El-Qatercî" ya Sûriyê sepand, ku Washington dibêje, "hêza Quds" ya Îranî û gurûpa Hûsî ya Yemenê fînanse dike.
Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand, ku kompaniya sûrî berpirs e ji peydakirina bi sed milyon dolaran ji bo berjewendiya Supaya Quds ya Pasdarên Îranê, û ji bo Hûsiyan, bi rêya firotina petrola Îranê bo Sûriyê û Çînê, li gorî ajansa Reutersê.
Rayedarê Wezareta Xezîndariya, Bradley Smith got: “Îran pêbaweriya xwe bi kompaniyayên sereke yên bazirganî, wek kompaniyaya El-Qatercî zêde dike; "Ji bo fînansekirina çalakiyên wê û torek ji ajanên terorîst li seranserê herêmê."
Wezareta Xezîneyê got, "El-Qatercî ji niha ve rastî sizayan tê ji ber rola wê di hêsankirina firotina sotemeniyê di navbera rejîma Sûriyê û rêxistina tundrew a DAIŞê de." Berdewam kir jî ku "sizayên ku (duh) hatin sepandin, nêzîkî 26 kompanî, keştî û kesên girêdayî kompaniya Sûrî kirin armanc."