Cotkar: Ji ber buhabûna mazotê me hîn zeviyên xwe neçandine

Welat TV - Hewlêr

Demsala çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, lê piraniya zeviyan hîn nehatine çandin.

Nirxê mazotê yê giran li bazaran û nedabeşkirina mazota taybet bi çandinyê, gelek pirsgirêk derxistine holê.

Yek ji cotkarên ku ta niha zeviyên wî nehatine çandin, ji Welat TV re dibêje ku ji ber nebûna mazotê , tenê 1% ji tirektoran derbasî nava zeviyan bûne.

Li ser demsala çandiniyê Endeziyarê Çandiniyê, Îsa Ehmed ji Welat TV re diyar kir ku zêdebûna têçûnên çandiniyê rewşa cotkaran li Rojavayê Kurdistanê xerab kiriye û hevsengî nehiştiye.

Îsa Ehmed got: “Nirxê mazotê ku van rojan bi 6000 Lîreyên Sûrî tê firotin pirsgirêka herî mezin e li pêş cotkaran”.

Çandinî jêdera abûrî ya sereke ye li Rojavayê Kurdistanê, lê ji ber nebûna hevsengiyê navbera têçûnan û berheman di salên dawiyê de, sal bi sal rûbera zeviyên çandî kêm dibe.