Larîcanî: Min nameya piştevaniyê bo Sûriyê û Libnanê veguhest
Welat TV - Hewlêr
Elî Larîcanî mezinê Şêwermendên Rêberê Bilind yê Şoreşa Îslamî ya Îranî Elî Xaminî, da zanîn ku wî di serdana xwe ya dawî de bo Sûriyê û Libnanê, nameyeke piştevaniyê veguhest.
Larîcanî ji kenala El-Meyadîn re got ku wî nameya Elî Xaminî bo serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed û serokê perlemana Libnanê Nebîh Birî veguhest û armanca nameyê pêşkêşkirina piştgiriyê ji Sûriyê û Libnanê re ye.
*Egera çareseriyê heye
Derbarê reşpelika ku Emerîka radestî Birî kir ji bo rawestandina şer li Libnanê, Larîcanî da zanîn ku Îran dê piştevaniya her biriyareke ku li Libnanê tê standin bike.
Elî Larîcanî diyar kir ku li gorî hin xalên reşpelika Emerîkî, ”eger heye di pêşerojê de çareseriyek were dîtin, ku destkarî ji aliyê Emerîka û Israîlê ve tê de neyê kirin”.
Pêncşema bûrî Larîcanî li gel şandeke fermî gihişte Şamê û li gel Beşar El-Esed û hejmarek berpirsên Rêjîma Sûrî civiya.