"Emşat" 165 darên menga li Efrînê ji kokê ve hilkirin
Welat TV – Hewlêr
Çekdarên "Sultan Silêman Şah" 165 darên welatiyekî Kurd li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji kokê ve hilkirin.
Jêderên taybet ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ji Welat TV re got, çekdarên "Emşat", 165 darên Menga yên welatiyê Kurd Nûrî Mihemed Xoce hilkirin û ji xwe re weke êzing firotin.
Jêderan tekez kir, ku tevî 3 zarokên Nûrî li gund dimînin, darên wan hatine desteserkirin û hilkirin.
Zevî nêzîkî rêbendê ye
Li gorî jêderan zeviya ku jê dar hatine hilkirin tenê 50 metirî ji rêbenda leşkerî ve dûr e.
10 darên xurmeyan
Di 26ê Tebaxê bûrî de çekdarên "Emşat" 10 darên xurmeyan ên welatiyên Kurdan li her du gundên Anqelê û Senarê ji kokê ve hilkiribûn.