Şam.. Wezîrên berevaniyê yê Îranê û Rêjîmnê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê berevaniyê yê Rêjîma Sûrî Elî El-Ebas û Wezîrê Berevaniyê yê Îranî Ezîz Nesîr Zade li Şama paytexta Sûriyê, civiyan.
Wezareta Berevaniyê ya Rêjîma Sûrî îro da zanîn ku her du wezîran dawîn pêşhateyên deverê û hevkariya hevbeş, gotûbêj kirin.
Her weha Zade li gel Serokerkanê artêşa Rêjîma Sûrî Ebdulkerîm Ibrahîm civiya û li ser çawaniya pêşxistina alîkariyê bi taybetî di warê rahênakirina leşkerî de, rawestiyan.
Ev civîn piştî hevdîtina Zade bi serokê Rêjîmê Beşar Esed re tên, ku tê de doseyên girêdayî berevaniyê û ewlehiyê gotûbêj kirin.
Roja Pêncşemê jî Elî Larîcanî mezinê Şêwermendên Rêberê Bilind yê Şoreşa Îslamî ya Îranî Elî Xaminî li gel serokê Rêjîma Sûrî civiya û tekezî li ser piştevaniya Îranê ji bo Rêjîmê kir.
►Her weha bixwîne: Nesîr Zade: Îran amade ye her piştevaniyekê pêşkêşî Sûriyê bike