Ajokarên basên veguhestina rêwiyan li Amûdê karê xwe rawestand

Ajokarên basên veguhestina rêwiyan li Amûdê karê xwe rawestand
Basên hêla Amûdê - Qamişlo

Welat TV – Hewlêr

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ajokarên basên li ser rêya hêla Amûdê û Qamişlo kar dikin, grevek encam da, û karê xwe rawestand.

Jêderên xwecihî ji bajêr eşker kirin: Şarederiya bajêr a bi ser rêveberiya PYDê ve nirxê kiriya her rêwiyekî li hêla Amûda û Qamişlo bi 4000 lîreyên sûrî destnîşan kiriye, ajokar jî dixwazin bilindtir bibe herî kêm bibe 5000, ji ber wê yekê îro serê sibehê ajokaran karê xwe rawestand.

Ajokarekî basa veguhestina rêwiyan taybet ji Welat TV re got: Her tiştek li vî welatî buha bûye, dolar buha dibe, pê re nirxê lîreya sûrî dadikeve, her tişt li bazaran li gorî dolarê emerîkî tê firotin.

Da diyarkirin: 4000 L.S bo her rêwiyekî pir kêm e, em dixwazin mafê me jî neyê xwarin. Ji bo dabînkirina çend lîtrên benzîn an mazotê divê bi çend demjimêran li ser sireyê rawestin, carinan her sotemenî tune ye ew jî bandora nerênî li ser me û karê me dike.

Welatiyên her du bajaran ji bilindkirina nirxê bi gilî ne û xwe weke qurbanî didin naskirin, nexasim di rewşa aborî xerab de dijîn.