Pope Francis banga lêkolîneke navneteweyî li ser egera ”jenosîdê” li Xezeyê dike

Pope Francis banga lêkolîneke navneteweyî li ser egera ”jenosîdê” li Xezeyê dike

Welat TV - Hewlêr
Papayê Vatikan, Pope Francispêşnîyaz kir ku civaka navdewletî vekolînekê bike, ka operasyona leşkerî ya Îsraîlê li Gazayê digihe asta jenosîda gelê Filistînê yan na. Ev yek di daxuyaniyên wî de hat, ku yek ji rexneyên herî eşkere ye li ser siyaseta Îsraîlê di şerê ku ev salek zêdetir e berdewam dike.

Pope Francisdi beşên ku roja Yekşemê ji pirtûka wî ya nû hat weşandin de, destnîşan kir ku hin pisporên navneteweyî bûyerên li Xezayê bi taybetmendiyên ”jenosîdê” dihejmêrên. Rojnameya La Stampa ya Îtalî li ser zimanê wî got: "Pêwîst e lêkolînek bi baldarî were kirin da ku were destnîşankirin ka tiştên ku li Xezeyê diqewimin bi pênaseya yasayî ya jenosîdê ku ji hêla pisporên yasaya navdewletî ve hatî destnîşan kirin re hevaheng e."

Di Kanûna borî de, Afrîkaya Başûr ji bo ku Îsraîl bi binpêkirina Peymana Jenosîdê sûcdar bike, li ber Dadgeha Navneteweyî ya Dadê doz vekiribû. Di Çileya Paşîn de, dadwerên dadgehê ferman da Îsraîl ku piştrast bike ku hêzên wê kiryarên ku tê wateya jenosîdê pêk neynin, lê dadgehê hêj biryara dawî li ser tiştên ku li Xezayê diqewimin nedaye.

Balyozxaneya Îsraîlî li Vatikanê daxuyaniyên Pope Francis şermezar kir û tekezî li ser mafê Îsraîlê yê parastina xwe kir. Balyozê Îsraîl li Vatîkanê Yaron Seidman diyar kir ku êrîşa 7ê Cotmeha 2023an ku di encamê de welatiyên Îsraîlê hatin kuştin, komkujiyeke qirkirinê ye û tekez kir ku Îsraîl mafê xwe yê rewa yê parastina xwe li hember gelek gefan bi kar tîne.