Îsraîl plan dike ku ”êrîşî hin pêgehên diyarkirî” li Iraqê bike

Îsraîl plan dike ku ”êrîşî hin pêgehên diyarkirî” li Iraqê bike

Welat TV - Hewlêr


Rojnameya Îsraîlî, Maariv îro, Duşemê 18ê Mijdarê, ragihand ku Îsraîl "planên tevgerê yên zelal" amade kiriye ji bo rûbirûbûna egera zêdebûna êrîşên ji  aliyên komên ser bi Îranê ve li Iraqê.

Rojnameyê diyar kir ku ev plan bi armanckirina binesaziyê û navendên girîng yên li Iraqê dest pê dike, heta bigihe pêkanîna operasyonên kuştinê yên li dijî rêberên milîsên Îranî li wir.

Rojnameyê li ser zarê karbidestên îstixbarata Îsraîlî û Emerîkî ragihand, ku dibe ku Îran zêdetir xwe bispêre ajanên xwe yên li Iraqê, li hember operasyonên Îsraîlê yên li Libnan û Xezayê.

Herweha diyar kir ku dibe Îran mûşekên balîstîk ên kurtavêj bi qaçaxî derbasî Iraqê kiribin, weke tolhildanek ji êrîşên Îsraîlî yên li hundirê axa wê.

Di çarçoveyeke pêwendîdar de, îro Duşemê, grûpên çekdar ên Îraqî yên ser bi Îranê ve, berpirsatiya armanckirina pêgehek girîng li bajarê Îlatê yê Îsraîlê bi rêya firokeyeke bê firokevan girt stûyê xwe.