Borrell: Ji bo raverkirina rewşa Rojhilata Navîn êdî peyv neman e

Borrell: Ji bo raverkirina rewşa Rojhilata Navîn êdî peyv neman e
Nûnerê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupayê, Josep Borrell

Welat TV – Hewlêr

Nûnerê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupayê, Josep Borrell îro, Duşemê 18ê Mijdarê, ragihand ku "êdî peyv neman" ji bo şirovekirina rewşa Rojhilata Navîn.

Karbidestê Spanî berî ku serokatiya civîna xwe ya paşîn bi wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê re li Brukselê bike got. "Êdî axaftin nema. Min hemû gotin ji bo ravekirina tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin westandin." Îsraîl li Xezayê bi Hamasê re û li Libnanê jî bi Hizbullahê re şerekî wêranker dike.

Borrell wiha dewam kir: "Li Xezayê, nêzî 44 hezar kuştî hene û ji sedî 70yê van kuştiyan jin û zarok in (…) Dema em li temenê wan dinêrin, piraniya wan zarokên di bin neh salî de ne." Li gor ajansa AFP.

Borrell, ku temenê wî 77 sal e, got ku ew ê di vê civîna dawî ya di bin serokatiya xwe de, beriya dawiya erkê xwe di meha bê de, daxwazê ji wezîran bike ku diyaloga siyasî ya ku di peymana hevkariyê ya di navbera YE û Îsraîlê de hatiye diyarkirin rawestînin. Lê tê çaverêkirin ku ev pêşniyar dê rastî redkirina gelek welatên YE, bi taybetî Elmanya û Hollanda, Fransa û Îtalyayê were.