Pilatformek ji bo çavdêriya çûnûhatinê di navbera Sûriyê û Urdinê de hat ragihandin

Pilatformek ji bo çavdêriya çûnûhatinê di navbera Sûriyê û Urdinê de hat ragihandin

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Urdinê pilatformeke elektronî ji bo kêmkirina qaçaxiyê di navbera Urdin û Sûriyê dede, ragihand.

Berdevka Ragihandinê ya Desteya Veguhestina Bejayî, Ebla El-Weşah da zanîn ku ji ber rewşên ewlehî bi taybetî yên girêdayî qaçaxiya ser sînor, ev pilatform ji bo çavdêriya çûnûhatinê di navbera her du welatan de hate avakirin.

Li gorî El-Weşah, divê ajokar navê xwe li ser pilatformê pêşkêş bikin û di heyama 3 ta 4 rojan de, dê bersivê werbigrin.

Ev gav piştî bi dehan hewlên derbaskirina madeyên hişbir ji Sûriyê bo Urdinê bi rêya dergehên sînorî. hat.

►Her weha bixwîne: Urdinê dest danî ser dronên barkirî bi madeyên hişbir