Îran sizayên Ewropa û Brîtanya red dike û wan ”ne rewa” dibîne
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Îsmaîl Bexayî îro, Sêşemê 19ê Mijdarê, ragihand ku sizayên nû yên Yekîtîya Ewrupa û Brîtanyayê li ser Îranê sepandine, li dijî yasaya navdewletî ne û li ser bingehên derew derbarê şandina mûşekan bo Rûsyayê de ne.
Duh, Duşemê, wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li hev kirin ku sizayên nû li ser Îranê bisepînin, ji ber ku wê mûşekên balîstîk ji Rûsyayê re şandinê, da di şerê Ukraynayê de bikar bîne.
Sizayên nû yên ku ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve hatine sepandin, du benderên Îranê yên li ser Deryaya Xezerê, Amirbad û Enzelî, ji bilî kompaniyek keştiyan ya Îranê û sê kompaniyayên keştiyan ên Rûsî dikin armanc. Herweha hemû mal û milkên Îranê ku di nav YE de bin, dê werin cemidandin.
Li aliyek din, hikûmeta Brîtanî duh, Duşemê, jî sizayên nû li dijî Îranê sepand, ji ber şandina mûşekên balîstîk û çekên din ji Rûsyayê re ji bo piştgiriya wê di şerê wê yê li dijî Ukraynayê de.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand, ku ew dê samanên firokexaneya niştimanî ya Îranê û kompanyaya keştî ya dewletê ya ku alîkariya veguhestina çekan kiriye, bicemidîne.
Herweha dê li dijî keştiya barhilgir a Rûsî Port Olia-3 ku mûşekên Îranê ji Îranê bar dikir, cezayan bisepîne.
Wezîrê Derve David Lammy di daxuyaniyekê de berî ragihandina sizayan li Encûmena Ewlekariyê ya NY got: "Hewldanên Îranê ji bo têkdana ewlehiya cîhanî metirsîdar in û nayên qebûlkirin."
Lammy herweha got: ”Ligel hevkarên xwe yên navneteweyî, me eşkere got ku her guheztina mûşekên balîstîk ji Îranê bo Rûsyayê dê rastî bersiveke tund bê.”