Îsraîl bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku fişarê li Iraqê bike
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Îsraîlê, Gideon Sa'ar ragihand ku wî nameyek ji Encumena Ewlakariye ya Navdewletî re şandiye û tê de daxwaz kiriye ku guvaşe li hikûmeta Iraqê bike da ku dawî li êrîşên ku ji aliyê "milîsên ser bi Îranê ve" li dijî Îsarîlê tên kirin, bîne.
Sa'ar di nivîsekê de li ser platforma X duh, Duşemê 18ê Mijdarê, got, "Min bang li Encûmena Ewlekariyê kir ku bilez tevbigere da ku hikûmeta Iraqê rêzê li erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî bigire û van êrîşên li ser Îsraîlê rawestîne." Û wha berdewam kir: "Berpirsiyariya hikûmeta Iraqê ye ku nehêle xaka wê weke baregehekê ji bo êrîşên li dijî welatên din were bikaranîn."
Di nameyê de hat gotin ku Îsraîl " bang li hikûmeta Iraqî dike ku erkên xwe bicîh bîne û pêngavên bilez bistîne ji bo rawestandin û nehiştina van êrîşan," di heman demê de tekez kir ku "Mafê Îsraîl heye ku xwe biparêze, wek ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye destnîşan kirin, herweha hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina xwe û hemwelatiyên xwe ji “kiryarên dijminane (...) yên milîsên bi piştevaniya Îranê li Iraqê, bigire.
Her di heman mijarê de, rojnameya Îsraîlî, Maariv duh ragihand ku Îsraîl "planên tevgerê yên zelal" amade kiriye ji bo rûbirûbûna egera zêdebûna êrîşên ji aliyên komên ser bi Îranê ve li Iraqê.
Rojnameyê diyar kir ku ev plan bi armanckirina binesaziyê û navendên girîng yên li Iraqê dest pê dike, heta bigihe pêkanîna operasyonên kuştinê yên li dijî rêberên milîsên Îranî li wir.
"Berxwedana Îslamî li Iraqê", ku komên ser bi Îranê ve dihewîne, roja Duşemê berpirsîyarîya lidarxistina 4 êrîşên firokên bê firokevan li dijî armancên li bakur û başûrê Îsraîlê girt ser xwe.
"Berxwedana Îslamî li Iraqê" gelek caran berpirsyariya êrîşên balafirên bêmirov ên li ser Îsraîlê radigihîne, ku hejmarek ji wan ji aliyê berevaniya esmanî ya wê ve tên hilweşandin.