Îran banga bidawîkirina pirsgirêkên Rêjîma Sûrî û Turkiyê dike

Îran banga bidawîkirina pirsgirêkên Rêjîma Sûrî û Turkiyê dike

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî banga bidawîkirina pirsgirêkên Rêjîma Sûrî û Turkiyê bi awayekî aştiyane, kir.

Eraqcî banga vê yek di daxuyaniyeke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Wezîrê Derve yê Rêjîmê Besam Sebax li Teharna paytexta Îranê, kir.

Ebas Eraqcî got ku ew li ser pêşhateyên deverê û peywendiyên stratejîk di navbera Rêjîm û Îranê de, rawestiyan.

Eraqcî serbar kir ku Îran piştevana Rêjîma Sûrî ye li dijî gefan û dê her alîkariyeke pêwîst pêkêş bike.

*100 şandên abûrî

Derbarê peywendiyên di navbera Rêjîm û Turkiyê de, Eraqcî got ku divê danûstandin di navbera her du aliyan de bi awayekî aştiyane herin serî û welatê wî dilxweş e bi berferehkirina peywendiyan li ser bingeha rêzgirtin û yekbûna axa her du welatan.

Wezîrê Derve yê Îranê amaje kir ku peywendiyên wan yên abûrî baş in û derdora 100 şandên abûrî di navbera Sûriyê û Îranê de hene û hêvî kir ku di nêzîk de komîta hevbeş civînên xwe li dar bixe.

►Hewr weha bixwîne: Nesîr Zade: Îran amade ye her piştevaniyekê pêşkêşî Sûriyê bike