Serok Barzanî: Pêwendiyên gelê Kurd û Misirê dîrokî û dostane ne
Welat TV - Hewlêr
Îro, Sêşem 19ê Mijdarê, Serok Mesûd Barzanî li havîngeha Selahedîn pêşwazî li Mehmûd Farûq Amer, Konsulê Giştî yê Misirê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Misirê li Hewlêrê bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir. Herweha pesna çanda pêkvejiyana û aştiyane ya gelê Kurdistanê da û rola dîrokî ya Serok Barzanî di parastin û kûrkirina vê çandê de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve di hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser têkeliyên navbera gelên Kurd û Misirê û ew peywendiyên han bi dîrokî, dostane û bi bandor dan zanîn.
Serok Barzanî herweha balkişand li ser rêya gelê Kurdistanê ya di têkoşîn û qurbanîdanê de û tekez li ser pêşxistina çanda pêkvejiyana û aştiyane kir ku yekane rêya bidawîanîna karesat û êş û azarên gelên navçeyê ye.
Di beşekî din ê vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistana û hikûmeta federal a Iraqê de hat kirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku serdana vê dawiyê ya serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê, ji bo xurtkirina hevkariyê û çareserkirina cudahiyan gaveke girîng bû.