Berpirsên pilebilind ên Îranê tekeziyê li ser piştevaniya Rêjîma dikin
Welat TV - Hewlêr
3 berpirsên pilebilind ên Îranê di kêmtirî hefteyekê de, tekeziyê li ser piştevaniya Rêjîma Sûrî dikin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî di daxuyaniyeke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Wezîrê Derve yê Rêjîmê Besam El-Sebax li Teharna paytexta Îranê tekezî li ser piştevaniya Rêjîmê kir, û got ku divê danûstandin di navbera Rêjîm û Turkiyê de bi awayekî aştiyane li ser bingeha rêzgirtin û yekbûna axa her du welatan, herin serî.
Roja Yekşemê jî, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê, Ismaîl Nesîr Zade, li gel Beşar Esed û berpirsên pilebilind ên Rêjîmê civiya, mijarên girêdayî ewlehî û berevaniyê û pêşxistina alîkariyê di warê rahênankirina leşkerî de gotûbêj kirin.
Roja Pêncşemê jî, Roja Pêncşemê jî Elî Larîcanî mezinê Şêwermendên Rêberê Bilind yê Şoreşa Îslamî ya Îranî Elî Xaminî li gel Beşar Esedc civiya û tekezî li ser piştevaniya Îranê ji bo Rêjîmê kir.
Ev daxuyanî di demekê de ne, ku Israîlê êrîşên xwe li dijî baregehên milîsên Îranê û "Hizbulah" a Libnanî li Sûriyê zêde kirine, û Rêjîma Sûrî li hember vê yekê bê deng e.