Encamên serjimêriyê: Nifûsa Iraqê 45 milyon derbas kir

Encamên serjimêriyê: Nifûsa Iraqê 45 milyon derbas kir
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeyaa Sûdanî.

Welat TV - Hewlêr
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeyaa Sûdanî di konferansekî rojnamevanî de îro, Dûşem 25ê Mijdarê, ji Bexdayê encamên destpêkî yên serjimêriyê ragihand.

Di navbera 20 û 21ê Mijdarê de, dehemîn proseya serjimêriya giştî li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.

Li gor ku Sûdanî ragihandiye ”hejmara giştî ya niştecihên Iraqê 45 milyon û 407 hezar kes derbas kiriye” ji sedî 70.3yê wan li bajarn dijîn û 29.7ê wan li gund û bajarokan dijîn. Lê heta niha nehatiye zanîn ka nifûsa Herêma Kurdistanê çiqas e.

Ev 27 sal bûn ku serjimêrî li Iraqê nehatibûe kirin, serjimêriya dawî jî sala 1997an di serdema rejîma jinavçûyî ya Baes bi rê ve çûbû, ku Herêma Kurdistanê venegirtibû. Serjimêriya yekem jî di serdemê rêveberiya Brîtanî de sala 1920an hatibû encamdan.

Di destûrê Iraqê yê sala 2005an hatibû pejirnandin de, nifûsa xelk û gelên Iraq û Herêma Kurdistanê li gor encamên serjimêriya 1957an hatiye danîn.

Lewma encamên serjêmriya vê dawiyê, gelek girîng e ji bo naskirina pêkhateya demografî ya Iraqê. Encamên wê jî dê hevkar bin ji bo danîna plan û bernameyên girîng ên geşepêdanê.