”Bêhtir ji 2500 jinên Kurd ên êzdî di dest DAIŞê da man e”
Welat TV – Hewlêr
Wezareta Navxwe li Herêma Kurdistanê ragihand ku, hêj bêhtir ji 2 hezar û 500 jinên Kurd ên êzdî li cem rêxistina terorîst a DAIŞê man e.
Di konferansekî rojnamevanî de bi helkefta Roja Cîhanî ya Nehiştina Tudniya li Dijî Jinê, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro, Duşem 25ê Mijdarê, ragihand ku ” li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nabe ku lêborînên giştî tawanbarên kuştina derheqê jinê de, vegire.”
Rêber Ehmed bi vê helkeftê balkişande ser hewildanên dezgeh û saziyên Hikûmeta Herêma Kuridstanê ji bo rizgarkirina jinên Kurd ên êzdî yên ku hêj di dest DAIŞê de man e û got: ”Heta niha bêhtir ji 2500 jinên êzdî di dest DAIŞê de man e, ku me nikariye wan rizgarbikin. Lê dezgehên hikûmetê di bin serperştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, hewil didin ku di paşerojê de karibin wan jî rizgar bikin û wan vegerînin Kurdistanê û nav malbatên wan.”
Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku ”kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn pêngavên praktîk avêtine ji bo nehiştina tundiya li dijî jinan.”