Nifûsa Başûrê Kurdistanê 6 milyon derbas kir
Welat TV – Hewlêr
Wezareta Pilandanînê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar kes derbas kir.
Wezîrê Pilandanînê, Dara Reşîd di konferansekî rojnamevanî de îro, Duşem 25ê Mijdarê, ragihand ku, li gor encamên destêpkî yên serjimêriya roja 20 û21ê Mijdarê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê bi rê ve çû ”nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar û 668 kes e.”
Daxuyaniya Reşîd piştî wê yekê tê ku, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeyaa Sûdanî di konferansekî rojnamevanî de îro, Dûşem 25ê Mijdarê, ji Bexdayê encamên destpêkî yên serjimêriyê ragihand, û got ku ”hejmara giştî ya niştecihên Iraqê 45 milyon û 407 hezar kes derbas kiriye” ji sedî 70.3yê wan li bajarn dijîn û 29.7ê wan li gund û bajarokan dijîn.
Ev 27 sal bûn ku serjimêrî li Iraqê nehatibûe kirin, serjimêriya dawî jî sala 1997an di serdema rejîma jinavçûyî ya Baes bi rê ve çûbû, ku Herêma Kurdistanê venegirtibû. Serjimêriya yekem jî di serdemê rêveberiya Brîtanî de sala 1920an hatibû encamdan.
Lewma encamên serjêmriya vê dawiyê, gelek girîng e ji bo naskirina pêkhateya demografî ya Iraqê. Encamên wê jî dê hevkar bin ji bo danîna plan û bernameyên girîng ên geşepêdanê.