Koşka Spî: Agirbest li Libnanê nêzîk dibe
Welat TV – Hewlêr
Berdevkê Encûmena Ewlehiya Neteweyî li Koşka Spî ragihand ku, pêkanîna agirbestê li Libnanê ”nêzîk e.”
John Kirby di konferansek rojnamevanî de duh, Duşem 25ê Mijdarê, ragihand ku, pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hizbullah de, pirsek serekî ye li cem Serokê Emerikayê Joe Biden.
Kirby berdewam kir ku, danûstandinên pêkanîna agirbestê heta vê gavê berdewam in, lê em ji encamê nêzîk dibin, lê wî nexwest ku hûrgiliyên vê agirbesta çaverêkirî eşkere bike.
Kirby diyar kir jî ku Biden di nava heftiya borî de bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re, mijara agirbesta li Libnanê gotûbêj kir.
Ji aliyê xwe ve Koşka Élysée ya serokatiya Fransayê ragihand ku, di danûstandinên agirbestê de ”pêşkeftinek mezin pêkhatiye.”
Li ser asta Libnanê jî, cîgirê serokê parlamentoya Libnanê, Êlî Ebû Seib ji Reuters ê re ragihdna ku, êdî ti ”kelemên mezin” li pêş pêkhatina agirbestê nemane.
Li gor pêşniyara agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullah de ya ku Emeîkayê pêşkeşkiriye, dê destpêkê şer bo heyama 60 rojî di navbera herdu aliyan de rawest e.
Ebû Seib diyar kir jî ku, ji bo misogerkirina bicihkirina rêkeftina agirbestê, komîteyek ji 5 welatan, pi serokatiya Emerîka û endamtiya Fransayê, hatiye pêkanîn.
Kenala 12an a Îsraîlî jî belav kir ku, dê hikûmeta Îsraîlê bo mebesta pejirandina agirbestê, îro Sêşemê bicive.