Emerîka dawî li hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê tîne

Emerîka dawî li hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê tîne

Welat TV – Hewlêr
Hat ragihandin ku dê Emrîka hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişîn e û ew dê ji sala bê ve, dawî li hebûna xwe ya leşkerî li ser axa Iraqê bîne.

Balyoza Ermîkayê li Iraqê, Alina Romanowski duh, Duşem 25ê Mijdarê, ragihand ku, wan û Iraqê lihev kir ku êdî divê hêzên Emerîkî ji Iraqê vekişin.

Di sala 2014an de, piştî ku rêxistina terorîst a DAIŞê dest danî ser rûberek berfereh ji axa Iraqê, Bexdaya hawara xwe gihand Emrîkayê û rêkeftinek stratejî di sala 2014an de ligel îmze kir. Niha hêzên Emerîkî yên li Iraqê ji 2500 leşker û şêwirmendên leşkerî pêk tên, wek beşekş ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, ku di sala 2014an de pêk hatiye. Hêzên Emerîkî jî li binkeya leşkerî ya Eyn El-Esed (li parêzgeha Enbar ya li rojavayê Iraqê) û binkeya leşkerî ya Herîr (li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr) dimînin, piştî daxistina nêzîk 7 binkeyên din ên leşkerî.

Di Çileya Paşîn a sala 2020an de, û piştî armanckirina Fermanderê Feyleqa Quds a Îranê, Qasim Silêmanî, parlamentoya Iraqê daxwaz ji hikûmetê kir ku, dawî li hebûna serbazî ya Emerîka li Iraqê bîne. Di Îlona heman salê de, Emrîka hejmara leşkerên xwe ji 5200 bo 3 hezar kêm kir.

Di Îlona îsal de jî, Wezîrê Berevaniya Iraqê, Sabit Ebassî ragihand ku, dê heta sala 2026an hêzen Emerîkî ji welatê wî vekişin.

Li gor ku wê demê di medyayê de hat belavkirin, Washington û Bexda gihiştin rêkeftinekê, ku li gor wê dê hêzên hevpeymaniya navdewletî li ser çend qonaxan, di nava sala 2025 û 2026an de, ji Iraqê vekişin.

Hin gotegot hene jî ku, dibe beşek ji hêzên Emerîkî li Başûrê Kurdistanê bicih bibin. Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çaçoveya beşdariya di panela salane ya Enstîtûya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) de li Hewlêrê roja 30yê Cotmehê, diyar kir ku Herêma Kurdistanê nikare bi tena serê xwe ji Emerîkayê bixwaze ku hêzên xwe li Herêma Kurdistanê bicih bike, û tekez kir ku çarenivîsa vê xalê dê di danûstandinên Emerîka û Iraqê de were diyarkirin.

Herweha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, hêzên hevpeymanan di sala 2014an de li ser daxwaza fermî ya Iraqê hatin. Û wan hevkariyek yekcar mezin ji bo başbûna ewlehiya Iraqê kirin. Balkişande ser wê yekê jî ku, Herêma Kurdistanê dibîne ku hêj metrisiya DAIŞê heye, û tekez li ser girîngiya berdewambûna hevkariya navdewletî, bi taybetî ji aliyê Emerîkayê ve, kir, ”lê li gor lihevtêgehiştinek zelal bi hikûmeta Iraqê re ji bo misogerkirina parastina ewlehiya niştimanî.”