Partiya Pêşverû tevlî komeke opozîsyona Sûriyê dibe

Partiya Pêşverû tevlî komeke opozîsyona Sûriyê dibe

Welat TV – Hewlêr
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (P.D.P.K.S) tevlî Platforma Moskoyê ya opozîsyona Sûriyê bû, piştî lihevtêgehiştinekê derbarê çareserya doza kurd li Sûriyê de.

Sekreterê Partiya Pêşverû, Selah Derwîş di daxuyaniyek taybet de ji Welat TV re duh, Duşem 25ê Mijdarê, ragihand ku, Platforma Moskoyê partiya wî vexwend da ku tevlî rêzên wê bibe û li ser peymana platformê ya bingehîn gotûbêjan bikin, û wiha berdewam kir: ”Me tekezî li ser pirsa Kurd li Sûriyê kir, ku ew pirsek netiştimanî ye û divê çareseriya wê di çareçoveya Sûriyê de be, û divê ku mafên gelêk Kurd di destûrê de cihbigrin. Piştî gotûbêjên dirêj bi gelek aliyan re, hemûyan razîbûna xwe ji daxwazên me re anîn ziman û ev yek di peymana platformê de hat tekezkirin.”

Derwîş diyar kir jî ku, wan li Wezareta Derve Ya Rûsiyayê jî ev pirs gotûbêjkirin, û ligel berpirsên Rûsî gihiştin lihevkirinekê ji bo çareseriya doza Kurd li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Dervey a Rûsiyayê pîrozabhî li tevlibûna Partiya Pêşverû ji Platforma Moskoyê re kir, û ragihand ku ew ji bo bidestxistina armanc û daxwazên Kurdan û xelkên Sûriyê, dê hevkar be.

Herweha Derwîş diyar kir ku, mercê wan ew bû ku di xala çarem a peymana platformê de, tekezî li ser doza Kurd bê kirin, ku ew dozek niştimanî ya girîng e, û pêdiviya wê bi çareseriyek niştimanî bi hemû aliyên Sûrî re heye. Di nav de jî danasîna destûrî bi mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd.

Sekreterê Partiya Pêşverû anî ziman jî ku, hizrek li cem wan heye ku ew rolekê ji bo ji hev nêzîkbûna Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Platforma Moskoyê re, bilîzin.

Ji aliyên xwe ve, Serokê Platforma Mosokyê, Qedrî Cemîl ragihand, ku Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriy (P.D.P.K.S) bi fermî bû beşek ji wê koma opozîsyona Sûriyê.