Serok Barzanî banga kêmkirina nakokiyan li Rojhilata Navîn dike
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî bang li hemû aliyan kir ku aramiyê li Rojhilata Navîn biparêzin û nakokiyan kêm bikin.
Di hevdîtinekê de li gel kenala Sky News Serok Barzanî diyar kir ku divê aştî armanca her aliyekî be û banga rawestandina nakokiyên ku rewşê li deverê aloztir dikin, kir.
Serok Barzanî tekez kir ku peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Îran û Turkiyê re asayî ne, lê ew nahêlin kes destwerdanê di karûbarên hundirîn yên Herêma Kurdistanê de, bike.
*PKK destwerdanê dike
Derbarê Opozisyona Kurdî li her du welatên navbûrî, Serok Barzanî da zanîn ku opozisyona Îranê pabend e bi rênmayan û destwerdanê di karûbarên Iraqê de nake lê PKKê pabendiyê bi rênmayan nake û destwerdanê dike.
Her weha Serok Barzanî hişyarî ji metirsiya rêxistina DAIŞ a terorîst da û diyar kir ku vekşana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê bê amadekirina artêşa wê metirsiya rêxistina terorîst zêde dike.
*Yek hêza Pêşmerge
Li ser qonaxa nû li Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, Serok Barzanî da zanîn ku ew kar ji bo kabîneya hikûmî ya nû dikin: "Yek hikûmet, yek perleman û yek hêza Pêşmerge".
Serok Barzanî got jî ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bi awayekî giştî baş in, lê hîn hejmarek dose cihê gengeşeyê ne, bi teybet doseya pişka Herêma Kurdistanpê ji petrolê.