Nêçîrvan Barzanî serkeftina Ebdulfetah Sîsî pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî serkeftina Ebdulfetah Sîsî pîroz kir
Nêçîrvan Barzanî û Ebdulfetah Sîsî

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî ji serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî re pêşkêş kirin û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Bi helkefta hilbijartina Sîsî, weke dubare serokê komara Misrê ya erebî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek şand, ji bilî xwestina serkeftinê, tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan kir.

Malpera fermî ya serokê Herêma Kurdistanê, ragihand: Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de hêviya ewlekarî, seqamgîrî, pêşketin û aramiyê ji gelê Misrê re xwest.

Di 17ê Berçileya 2023yan de encamên hilbijartinan derketin tê de Ebdulfetah Sîsî di hilbijartinên serokomariyê de bi ser ket û careke din bû serokomarê Misrê.