Hûrgiliyên agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullah de

Hûrgiliyên agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullah de

Welat TV – Hewlêr
Agirbesta ku bi navbeynkariya Emerîkayê li Libnanê hat ragihandin, ji aliyê serkirdeyên Îsraîlê û Hizbullah ve hat piştgirîkirin.

Agirbest seat 4ê serê sibeha îro, Çarşem 27ê Mijdarê, dest pêkir. Bi vê yekê jî aloziya di ku ev saleke di navbera her du aliyan de derketiye, radiwestîne e.

Li gor rêkeftina agirbestê, dê Artêşa Îsraîlê di nava 60 rojî de ji başûrê Libnanê vekişe. Di bermaber de dê navçeya başûrê çemê Lîtanî, ji hebûn û çekên Hizbullah were valakirin. Herweha dê Hizbullah çekdarên xwe bo bakurê Lîtanî, 30 km ji sînorê Îsraîlê, dûr bixe.

Di beşekî din ê rêkeftinê de hatiye ku, dê artêşa Libnanê û hêzen ewlehiya wî welatî, derbasî bingeh û navçeyên ku niha di dest Îsraîl û Hizbullah de ne, bibe. Tevî tekezkirin li ser mafê xweparastinê, li gorî yasaya navdewletî, ji Îsraîl û Libnanê re. Dê her yek ji artêşa Emerîkî û ya Fransî piştgitiyê bidin artêşa Libnanê.

Ji bo çavdêriya bicihkirina xalên rêkeftinê, komîteyek ji 5 welatan, bi serokatiya Emerîka û endamtiya Fransayê, pêk hatiye. Dê erka wê komîteyê jî ew be ku, di her tengaviyekê de ”bi taybet ku metirsîdar be” bi hemû aliyan ve têkeve têkiliyê da çareseriyek demlidest jê re bibîne.

Ji encama şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah de, 1.2 milyon Libnanî û 50 hezar Îsraîlî derbider bûne. Herweha ji ber bombebarana firokeyên şer ên Îsraîlê ve, 3800 kesî li Libnanê jiyana xwe ji dest dane.